Hêza Deryayî ya Sipahê hişyarî da: Encama serpêçîyê, şewitîn di êgir da ye
Çirî 17, 2026 17:23 Asia/Tehran
Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî di peyamekê da nivîsî: Encama serpêçîya keştiyên binpêker ji qaîdeyan, şewitîn di agirê baweriya bi artêşa terorîst a Amerîkayê da ye.
Hêza Deryayî ya Sipahê ragihand: Tengava Hormizê girtî ye û encama serpêçîya keştiyên binpêker ji qaîdeyên Îranê yên Tengava Hormizê, şewitîn di agirê baweriya bi artêşa terorîst a Amerîkayê da ye. Berî vêya jî Hêza Deryayî ya Sipahê di daxûyanîyekê da ragihandibû: Super neftkêşeke binpêker bi zêdeyî 2 milyon bermîl nefta xav ku dil hebû ji rêya neqanûnî ya Tengava Hormizê derbas bibe bi lêketina li mînekê, tûşî teqîn û şewitîneke giran bû.