Edmîral Seyyarî: Heke pêwîst be em ê careke din li gemîyên dijmin bidin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i360820-edmîral_seyyarî_heke_pêwîst_be_em_ê_careke_din_li_gemîyên_dijmin_bidin
Serokê Erkantiya Giştî û Cîgirê Hevahengker ê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Me hin derb li gemîyên dijmin dane ku heke careke din jî li dijî Îranê tiştek biqewime, em ê dîsan li wan bidin.
(last modified 2026-10-11T15:52:37+00:00 )
Çirî 11, 2026 19:21 Asia/Tehran
  • Edmîral Seyyarî: Heke pêwîst be em ê careke din li gemîyên dijmin bidin

Serokê Erkantiya Giştî û Cîgirê Hevahengker ê Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: Me hin derb li gemîyên dijmin dane ku heke careke din jî li dijî Îranê tiştek biqewime, em ê dîsan li wan bidin.


Emîr Edmîral Hebîbulla Seyyarî got: Dest û piyên me girêdayî nînin û me hin îmkan û şiyan hene ku di asta cîhanî da bi navûbang in. Me bi xurtî berevanî kir û em ê bikin jî û li her derê ku pêwîst be, em ê li dijmin bidin.

Serokê Erkantiya Giştî û Cîgirê Hevahengker ê Artêşê got: Dijmin bi awayekî berdewam gefan dixwe û her tiştê ku dikarî, heta îro li dijî Îranê kiriye.

 

Emîr Edmîral Seyyarî got: Miletê Îranê ji dijmin ra îsbat kir ku li hember wan disekine û pirsgirêkan tehemil dike da ku yekparçetiya axa Îranê û şoreş, şeref û namûsa wê were parastin.