Iraqçî: Senatorên amerîkayî daxwaza derketina ji qopîyê dikin!
Wezîrê Karên Derve li tora Xê nivîsî: Netanyahû tawanbarekî şêrr ê di bin şopandinê da ye ku destê wî bi xwîna ereb, amerîkayî û îranîyan hatiye werdan, heta senatorên amerîkayî jî daxwaza dîtina rêyekê ji bo derketinê dikin.
Seyîd Ebas Iraqçî Wezîrê Karên Derve wek berteka li hember hevpeyvîna jeneralekî sîyonîst li tora Xê da nivîsî: “Netanyahû tawanbarekî şêrr ê di bin şopandinê da ye ku destê wî bi xwîna ereb, amerîkayî û îranîyan hatiye werdan. Ew ji bo revîna ji dadmendiyê, tu nirxekê nade gelê xwe.
Ew wekî qumarbazekî îflaskirî, bi bêhêvîtî hewl dide bi qurbanîkirina her ku diçe zêdetir a can û malê amerîkayîyan, xwe xilas bike. Heta senatorên amerîkayî jî daxwaza derketina ji qopîya têkçûnên karesatbar dikin!”
Avî Gîl (Avi gil) jenerelê sîyonîst ku ji Tîrmeha sala 2021an heta Gulana sala 2024an cîgirê leşkerî yê Serokwezîrê Rejîma Siyonîst bûye; di gotûbêjê bi Kanala 12 ya Îsraîlê ra gotiye, sê meh berî qewimîna şêrr, hişyarî bo Netanyahû hatibû dayîn.
Wî gotiye di tomar û raporên têkildarî 7ê Cotmehê da destkarî hatiye kirin û dîl “dikarîn zûtir vegeriyana”.