Jinavbirina 3 tîmên ser bi komên terorîst li Îranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i360446-jinavbirina_3_tîmên_ser_bi_komên_terorîst_li_Îranê
Wezareta Itilaatê ya Komara Islamî ya Îranê ragihand ku 3 tîmên operasyonê yên ser bi komên terorîst ji nav birin.
(last modified 2026-09-20T14:40:00+00:00 )
Îlon 20, 2026 18:09 Asia/Tehran
  • Jinavbirina 3 tîmên ser bi komên terorîst li Îranê

Wezareta Itilaatê ya Komara Islamî ya Îranê ragihand ku 3 tîmên operasyonê yên ser bi komên terorîst ji nav birin.


Wezareta Itilaatê ya Komara Islamî ya Îranê di daxûyanîyekê da ragihand; li gorî raporên gelanî, hêzên emnî 3 tîmên operasyonê yên komên terorsît ên ser bi bereya amerîkî- sîyonîst ku dil hebûn dest bi terror u têkdana binesazîyên aborî bikin, li 3 parêzgehên welêt an hatin desteserkirin an kuştin.

Hûrgilîyên operasyonê bi kurtasî wiha ne:

1- Kuştina endamekî komeke terorîst a cidatîxwaz ku bi dû terorkirina fermandarekî berevanê ewlehîyê li şarê Pîranşehrê bû.

2- Girtina kirêgirtîyekî bereya amerîkî- sîyonîst a dijmin ji hêla Dayra Itilaatê ya parêzgeha Elborzê va berî ku bikare karekî bike.

3- Desteserkirina şaneyeke komên terorîst ên ser bi istixbarata bereya dijmin a amerîkî- sîyonîst li parêzgeha Kirmanê.