Serokerkantîya Hêzên Çekdar a Îranê: Destdirêjîya ji ti cîyekî va yê neyê tamulkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i360044-serokerkantîya_hêzên_Çekdar_a_Îranê_destdirêjîya_ji_ti_cîyekî_va_yê_neyê_tamulkirin
Serokerkantîya Hêzên Çekdar u Biryargeha Xatem ul Enbîya yên Îranê serokên Amerîkaya cinayetker hişyar kirin: We bi caran vîna xurt a hêzên çekdar u gelê cesûr u berxwedêr ê me ceribandîye, careka din vî karî nekin.
(last modified 2026-09-01T15:23:40+00:00 )
Îlon 01, 2026 18:38 Asia/Tehran
  • Serokerkantîya Hêzên Çekdar a Îranê: Destdirêjîya ji ti cîyekî va yê neyê tamulkirin

Serokerkantîya Hêzên Çekdar u Biryargeha Xatem ul Enbîya yên Îranê serokên Amerîkaya cinayetker hişyar kirin: We bi caran vîna xurt a hêzên çekdar u gelê cesûr u berxwedêr ê me ceribandîye, careka din vî karî nekin.

Serokerkantîya Hêzên Çekdar a Îranê di daxûyanîyekê da ragihand: Tevî ku hin welatên navçeyê bi fermî ragihandin ku qet rê nadin artêşa terorîst a Amerîkayê sînorên bejayî, deryayî u hewayî yên wan dijî Îrana islamî bi kar bîne u tev îhişyarîdayînên ji berê va, artêşa terorîst a Amerîkayê hela jî ji ax u esmanê wan welatana êrişî ax u cîyên leşkerî yên Îranê dike.Komara Islamî ya Îranê çawan ku heta nika li meydanê nîşan daye, tevî rêzgirtina li serwerîya netewî ya welatên cînar, yê ti destdirêjîyekê tamul neke û bertekeke girantir bide u mînaka wê jî, şeva buhurî ji hêla têkoşerên egît ên Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî û Artêşa Komara Islamî va hat selimandin.