Qalîbaf: Dorpêça aborî ya Amerîkayê dijî Îranê yê bê encam bibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i359956-qalîbaf_dorpêça_aborî_ya_amerîkayê_dijî_Îranê_yê_bê_encam_bibe
Serokê Meclisa Îranê amajeyî binpêkirina berdewam a liyêkgiheştinama Islamabadê ji hêla Amerîkayê va u dorpêça aborî ya vî welatî dijî Îranê kir u got: Zextên aborî yên Waşîngtonê dijî Têhranê yê bêencam derkevin u gelê Îranê dê bi rûmetdarîyê mafên xwe bistîne.
(last modified 2026-08-29T11:47:30+00:00 )
Tebax 29, 2026 09:58 Asia/Tehran

Serokê Meclisa Îranê amajeyî binpêkirina berdewam a liyêkgiheştinama Islamabadê ji hêla Amerîkayê va u dorpêça aborî ya vî welatî dijî Îranê kir u got: Zextên aborî yên Waşîngtonê dijî Têhranê yê bêencam derkevin u gelê Îranê dê bi rûmetdarîyê mafên xwe bistîne.

Mihemed- Baqir Qalîbaf Serokê Meclisa Îranê di hevdîtina tev Serokwezîr u Wezîrê karên Derve yê Qeterê da wek yek ji navbeynkaran got: Hikûmeta Trump li gorî agahîyên şaş, biryaran dide û bi van hesabên şaş, ne tenê çavkanîyên darayî, leşkerî u merivî yên Amerîkayê bi xwe berbad dike, belku berjewendîyên gelê Îranê jî dike armanc û dibe sedema bêewlehîtîya demdirêj li navçeyê. 

Serokê Meclisa Îranê, plana dorpêça aborî ya Waşngtonê dijî Têhranê, mînaka nû ya vê dijminatîyê zanî u got: Ev plana amerîkîyan jî ti encamekê bi dest naxwe u gelê Îranê ser qedir u rûmeta xwe, yê mafên xwe bistîne u Amerîka ye ku divê sozên xwe di çarçova liyêkgiheştinama Islambadê da pê kbîne.

Serokwezîr u Wezîrê Karên Derve yê Qeterê jî di vê hevdîtinê da ji ber liyêkgiheştina Îran u Ummanê derbara hatin u çûyîna gemîyan li Tengava Hurmizê da razîbûna xwe nîşan da û got: Demajoya alugurên sîyasî dikare alîkarîyê bide vegerandina istiqrarê li herêmê.

Şêx Alêsanî herwiha pêgirî ser hewildana vî welatî ji bo pêşdebirina rêbazan bi merema vegerandina iistiqrarê li navçeyê kir.