Serokomarê Îranê: Zorbêjî u beredayîbûna Amerîkayê ne rêçare ye
Serokomarê Îranê u Fermandarê Artêşa Pakistanê pêgirî ser pêwîstîya guherîna sîyaseta Amerîkayê himberî Komara Islamî ya Îranê, pabendbûna bi sozên hiqûqî yên di liyêkgiheştinama Islamabadê û rola bnigehîn a hevgirtina misilmanan di pûçkirina komployên Rejîma Sîyonîst da kirin.
Serokomarê Îranê di hevdîtina tev Asim Munîr Fermandarê Artêşa Pakistanê da pêgirî ser pêwîstîya pabendbûna Amerîkayê bi sozên xwe u berçavgiritna mafên navdewletî kir u got ku Waşîngton divê lewz û sîyaseta xwe di danuistandina tev Têhranê da sererast bike u pêgirî kir ku zorbêjî u beredayîbûn ne tenê bi kêr nayê, belku demajoyên pêkanînê u yên sîyasî zêdetir lihev dialîne.
Pizişkîyan herwiha amajeyî berxwedana gelê Îranê kir u yekitî u hevgirtin hokara sereke ya vê berxwedanê zanî û got ku Îran bi palpiştîya hevgirtina navxweyî dê ji zext u gefan derbas bibe. Serokomarê Îranê di dewama vê hevdîtinê da hevkarî u hevgirtina welatên islamî û cînar ji bo pêkanîna aştî u ewlehîya mayinde li navçeyê pêwîst zanî u ragihand ku Komara Islamî ya Îranê ji bo hevkarîyên aborî, sîyasî u emnî bi welatên islamî ra amade ye. Wî herwiha yekitîya cîhana islamê faktoreke pêşîlêgir li himberî komployên Rejîma Sîyonîst u dijminnê Islamê zanî. Asim Munîr Fermandarê Artêşa Pakistanê jî di vê hevdîtinê da bi erênî -nirxandina hewlên Pizişkîyan ji bo pêkanîna istiqrara herêmî, tekezî ser pêwsîtîya hilkolandina deqîq a demajoyên sîyasî ji bo rêketinameya tam kir. Fermandarê Artêşa Pakistanê di hevdîtina tev Serokê Meclisa Îranê da jî pêgirî ser rola hevkarîyên navçeyî di xurtkirina aştî u ewlehîyê da kir. Qalîbaf jî di vê hevdîtinê da got: Sozên alîyan di reşnivîsa liyêkgiheştinamê da zelal in, amerîka bû ku bi bêsozîyan bû sedem istiqrar li herêmê pêk neyê û hokarek din jî nebûna pêbawerîyê hibmerî vî welatî ye. Asim Munîr jî di vê hevdîtinê da bi bîr xist ku dê hewlên ji bo vejîyandina istiqrarê li herêmê bidomîne.