Konferansa Navdewletî ya Yekitîya Islamî li Sineyê hat birêxistin
Konferansa Navndewletî ya ``Yekitîya Isalmî, mîrasa mayinde ya imamê şehîd u siberoja ummeta Islamî``bi pêgirîya ser pêwsîtîya parastina hevgirtina misilmanan, li Navenda Mezin a Islamî ya rojavaya Îranê hat lidarxistin.
Yekitî vê carê ne tenê durişmek, belku mêhwera hevfikrîna alimên dînî yên Şî`e u Sunne li parêzgeha Kurdistanê bû, konferansek ji bo jinûve xwendina mîrasa Imam Xumêynî (RE) u darêştina siberojeek hevpar ji bo Ummeta Islamî.
Serokê Bereya `Emel a Libnanê di vê konfiransê da pêgirî ser pêwîstîya dûrketina ji bêtifaqîyê kir u Rejîma Sîyonîst dijminê hevpar ê misilmanan zanî û tekezî ser yekitîya himberî vê rejîmê kir. Şêx Zuheyr Osman Cu`eyd, destnîşankirina Hefteya Yekitîyê ji hêla Imam Xumêynî (RE) va pêngaveke kêrhatî di çaçrova xurtkirina hevgirtina misilmanan da zanî.
Hucet ul Islam Zehebîpûr Wekîlê Welîyê feqîh li parêzgeha Kurdistanê jî di vê konferansê da yekitîya Şî`e u Sunneyan li vê parêzgehê rastîyeke kokvedayî zanî u got: Ya ji pêkanîna yekitîyê girîngtir e, parastina vê sermîyana binirx u u girtina pêşîya sistbûna wê ye. Lehûnî Parêzgarê Kurdistanê jî yekitî u hevgirtin hokara mayindebûn u berxwedana cvakên islamî bi nav kir u rola alimên dînî u giregirên Şî`e u Sunne di parastina vê sermîyana civakî da, girîng u dîrokî zanî.
Kurdistan warek e ku yekitî tê da ne boneyek di rojhejmêrê da, belku beşeke jîyan u çanda gel e.
Bi destpêbûna Hefteya Yekitîyê, cejnên seranserî li Îrana Islamî bi durişma mhwerî ya ``ummeta resûl ellah`` u bi nêrîneke taybet li parêzgehên şî`e- suunenişîn u yên ser sînor dest pê bûne.