Koserî: Her destdirêjiya ser Îranê dê bi bersiva kavilker a li dijî Amerîkayê rûbirû bibe
Endamê komîsyona Ewlehiya Neteweyî ya meclisa Îranê got: Her destdirêjiyeke ser axa Îranê dê rastî bersiva kavilker li dijî binesaziyên Amerîka û welatên mazûvan were.
Îsmaîl Koserî bal kişand ser gefên vê dawiyê yên hikûmeta Trump li dijî binesaziyên Îranê û got: Nêrîna niha ya Amerîkayê di çarçoveya gefa êrişa ser binesaziyên welêt, tiştek ji bilî xezta ser vîna gelê Îranê nîne. Koserî bal kişand ser vê yekê ku her destdirêjiyek ser axa Îranê dê rastî bersiva tund û kavilkertir were û got: Ev bersiva tolhildanê, tenê jibo Amerîkayê nîne belku hemî welatên ku hêlane axa wan bibe mazûvanê meqerên Amerîkayê, dê bikevin ber êrişan. Wî her wiha tekez kir: Nêrîna cidî û bergîriyê ya Komara îslamî ya Îranê bûye sedem Serokkomarê Amerîkayê ji helêwstên xwe paşde vekişe. Îbrahîm Ezîzî Serokê Komîsyona Ewlehiya Neteweyî ya meclisa Îranê jî xitabî Amerîkayê gotiye: Dûr nîne roja ku ne tenê navçe belku ji hemî welatên ku îro rojê mazûvanê meqerên we yên terorîstî ne, bên derxistin.