Hişyariya Eraqçî derbara operasyona alaya derew a rejîma Siyonîst ya ji bo tawanbarkirina welatên din
Tîrmeh 31, 2026 17:43 Asia/Tehran
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Misr wekî welatê dost û hevpeymanê giring ê Komara Îslamî ya Îranê bi nav kir û derbara operasyonên alaya derew a rejîma Siyonîst li navçeyê hişyarî da ku jibo tawanbarkirina alî û welatên din cih tîne.
Seyd Ebas Eraqçî Wezîrê karên Derve Pêncşemiyê şevê li ser tora civakî ya X`ê nivîsî:
Misr jibo me dost û hevpeymanekî giring li navçeyê ye û ewlehiya wê jibo me gelekî giring e.
Divê em hemî li himberî pîlanên rejîma Siyonîst û operasyonên alaya derew ku bi armanca lawazkirina aşitiya navçê hatine dîzaynkirin, hişyar bin. Eva gefeke eşkere, hevbeş û bi xof li dijî hevgirtina misilmanan e.
Serepeyv