Dengvedana cîhanî ya Hemaseya gelê Qumê di nimêja li ser termê rêberê mucahid ê şehîd de
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i358808-dengvedana_cîhanî_ya_hemaseya_gelê_qumê_di_nimêja_li_ser_termê_rêberê_mucahid_ê_şehîd_de
Nifûsa milyonî ya beşdariya gelê tazîdar li mizgevta pîroz a Cemkeranê û nimêja li ser termê paqij ê rêberê mucahid ê şehîd ê Şoreşê bi awayekî berfireh li nav medyayên biyanî de deng veda.
(last modified 2026-07-21T16:10:58+00:00 )
Tîrmeh 07, 2026 15:50 Asia/Tehran

Nifûsa milyonî ya beşdariya gelê tazîdar li mizgevta pîroz a Cemkeranê û nimêja li ser termê paqij ê rêberê mucahid ê şehîd ê Şoreşê bi awayekî berfireh li nav medyayên biyanî de deng veda.

Gelê tazîdar ê Qumê li mizgvta pîroz a Cemkeranê û nimêja li ser termê paqij ê rêberê têkoşer ê şehîd bi pêşnimêjiya ayetullah uzma Cewadiyê Amolî bi awayekî berfireh li nav medyaya cîhanî de deng veda. Şebekeyên erebîzîman ên El-Ehêd, El-Qedîr, El-Meyadîn û El-Mesîreyê nifûsa milyonî ya li mzigevta Cemkeranê û bajarê Qumê rûmal kirin.

France Press, şebekeya CNN a  Amerîkayê û rojnama Gardiyenê ji van medyayan in ku dîmenên beşdariya girseya tazîdaran li Qumê belav kirin. Gardiyenê ragihand: Bi milyonan kes beşdarê çaremîn roja mrasima oxirkirina ayetullah seyd Elî Xamineyî bûn. 

 Ajansên nûçeyan ên Efxanistanê jî bi rûmalkirina kêlî bi kêlî ya merasima oxirkirina termê paqij ê rêberê mucahid ê şehîd ragihand ku bi milyonan îranî beşdarê merasima nimêjê û oxirkirina termê paqij ê Ayetullah Xamineyî bûn û ew wekî nîşaneke ji yekitî û hevgirtina neteweyî ya gelê Îranê dan zanîn.