Serdar Qaanî: Vîna rawestana li ber Amerîkayê zêdetir dibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i358806-serdar_qaanî_vîna_rawestana_li_ber_amerîkayê_zêdetir_dibe
Fermandê Hêza Qudsê ya Sipahê got ku oxirkirina termê rêberê mucahid ê şehîd ê Şoreşa Îslamî li Iraqê, vîna gelên Îran û Iraqê bona rawestana li ber fitneyên Amerîkayê xurtir dike.
(last modified 2026-07-07T17:29:45+00:00 )
Tîrmeh 07, 2026 15:50 Asia/Tehran
  • Serdar Qaanî: Vîna rawestana li ber Amerîkayê zêdetir dibe

Fermandê Hêza Qudsê ya Sipahê got ku oxirkirina termê rêberê mucahid ê şehîd ê Şoreşa Îslamî li Iraqê, vîna gelên Îran û Iraqê bona rawestana li ber fitneyên Amerîkayê xurtir dike.

Serdar Sertîp Îsmaîl Qaanî beriya destpêbûna merasima oxirkirina termê Ayetullah seyd Elî Xamineyî li Iraqê di peyamekê de tekez kir: Oxirkirina bêhempa a termê paqij ê Îmamê me yê şehîd li Iraqê wekî oxirkirina bi coş a şehîd Silêmanî û Ebûmehdî, mistên qahîm bilindkirî ên du gelan li himberî fitneyên Amerîka, qahîmtir û xeta sor a tolhildanê xurttir bike.

Wî nivîsî ku daxwaziya  jibo oxirkirina rêberê mucahid ê şehîdê ê Şoreşê û plandarêştina berfireh jibo ev bûyera dîrokî ji aliyê hikûmet û gelê Iraqê ve, kûratiya peywendiya manewî yên du gelên mezin ên Iraq û Îranê nîşanî hemî cîhanê dide.

Fermandê Hêza Qudsê ya Sipahê got: Piştgiriya rêberê şehîd ji gelê mezin ê Iraqê û hatina merceiyeta ezîz bo qadê bû sedem Şehîd Silêmanî li kêleka ciwanên fedakar ên Iraqê  li dijî DAIŞ û Amerîkaya destdirêjker têkoşînê bikin û  Trump ê cinayetkar,  qaremanê du gel an tev fermandeyên payebilind ên Heşda Şeibî Ebû Mehdî Muhendis şehîd kir.