Berdevkê Wezareta Berevaniyê yê Îranê: Em ê bersiveke vebirr û qahîm bidin her destdirêjiyekê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i358802-berdevkê_wezareta_berevaniyê_yê_Îranê_em_ê_bersiveke_vebirr_û_qahîm_bidin_her_destdirêjiyekê
Berdevkê Wezareta Berevaniyê yê Îranê got: Bersiva Îranê li himberî her destdirêjî an derbaskirina hêlên sor dê qahîm û vebirr be.
(last modified 2026-07-07T17:26:34+00:00 )
Tîrmeh 07, 2026 17:22 Asia/Tehran
  • Berdevkê Wezareta Berevaniyê yê Îranê: Em ê bersiveke vebirr û qahîm bidin her destdirêjiyekê

Berdevkê Wezareta Berevaniyê yê Îranê got: Bersiva Îranê li himberî her destdirêjî an derbaskirina hêlên sor dê qahîm û vebirr be.

Serdar Telayînîk bal kişand ser armancên dijminan li şerê vê dawiyê û got: Dijmin wer dizanî bi terorkirina rêberê Şoreşê, fermadeyên leşkerî, zaniyar û êrişa ser navendên xelknişîn dikare Nizama Komara Îslamî ya Îranê hilweşîne lê encam tam berevajî bû û hevdengiya neteweyî, piştgiriya gelanî û îqtidara nizamê zêdetir xurt bû. Wî her wiha got: Beşdariya berfireh a gel, jordeçûna morela fedakariyê û amadebûna jibo berevaniya welêt û her wiha işkesta armancên dijmin di meydanê de nîşan da ku hesabên Amerîka û rejîma Siyonîst rastî işkestê hatine û Îran bi qawet ji vê ezmûna dîrokî derbas bûye.