Beqayî: Guherîna hikûmetan bandorê li peywendiyên baş ên Îran û Iraqê nake
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i358692-beqayî_guherîna_hikûmetan_bandorê_li_peywendiyên_baş_ên_Îran_û_iraqê_nake
Berdevkê Wezareta karên Derve , rêz libîranîna qurbaniyên 7 Tîrê girt û got: Em ji hemû aliyên ku bi awayên cûrbecûr alîkariya rejîma Sedam kirine, bi taybetî ji Almanya, daxwaza rastî û edaletê dikin.
(last modified 2026-06-30T14:05:47+00:00 )
Hezîran 30, 2026 11:59 Asia/Tehran
  • Beqayî: Guherîna hikûmetan bandorê li peywendiyên baş ên Îran û Iraqê nake

Berdevkê Wezareta karên Derve , rêz libîranîna qurbaniyên 7 Tîrê girt û got: Em ji hemû aliyên ku bi awayên cûrbecûr alîkariya rejîma Sedam kirine, bi taybetî ji Almanya, daxwaza rastî û edaletê dikin.

 Îsmaîl Beqayî got: Peywendiya Îran û Iraqê pir bi kok, kûr û li gorî elaqet û peywendiyên çandî olî û cîranetiya du gelên mezin ên Îran û Iraqê ye û bê guman guherîna hikûmetan ne tenê bandorê li van peywendiyên baş nake belku  em her derfetekê jibo xuerkirina peywendiyan bi kar tînin. 

Berdevkê Wezareta karên Derve got: Hevdîtinên Wezîrê Karên Derve yê Îranê bi rayedarên iraqî re di çarçoveya hevahengiyên zêdetir û meselên di navbera her du aliyan de bûye. 

Rewşa navçê hat hilkolandin û iraqiyan hevaltiya xwe bi gelê Îranê re dan diyarkirin.Helwêstên ku aliman nîşan dan jibo me pir bi nirx bûn. Beqayî derbara lidarxistina merasima oxirkirina Rêberê Şehîd ê Şoreşê li Iraqê  jî got: Lidarxistina vê merasimê hilgirê peyamên curbicur jibo cîhanê ye ji wan nêzîkbûn û hevaltiya di navbera her du gelê Iraq û Îranê, Eva ku iraqî mîna îraniyan û bi qasî me tazîdar in.