Îranê bersiveke tund da destdirêjiya leşkerî ya nû ya Amerîkayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i358656-Îranê_bersiveke_tund_da_destdirêjiya_leşkerî_ya_nû_ya_amerîkayê
Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê, bi armancgirtina mewqiyên leşkerî yên Amerîkayê li navçeyê bersiveke tund dan destdirêjiya leşkerî ya nû ya artêşa terorîst a Amerîkayê.
(last modified 2026-06-28T13:40:21+00:00 )
Hezîran 28, 2026 17:09 Asia/Tehran
  • Îranê bersiveke tund da destdirêjiya leşkerî ya nû ya Amerîkayê

Hêzên Çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê, bi armancgirtina mewqiyên leşkerî yên Amerîkayê li navçeyê bersiveke tund dan destdirêjiya leşkerî ya nû ya artêşa terorîst a Amerîkayê.

Beşa Têkiliyên Giştî ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî, berbanga roja Yekşemiyê, bi belavkirina daxuyaniyekê qala bersiva vebirr a Hêzên Deryayî û Hewa-Feza yên Sipahê li hember destdirêjiyên herî dawî yên Amerîkayê kir û pêgirî kir: Zarên wêrek ên Hêzên Deryayî û Hewa-Feza yên Sipahê, di operasyonek hevbeş a mûşekî û xwefirrî da berbanga roja Yekşemiyê bi avêtina mûşekên balîstîk û xwefirran ber bi 8 binesaziyên girîng ên artêşa zarok‑kuj a Amerîkayê li binkeya asimanî ya Elî Es Salemê li Kiweytê û Çiqa Pêncem a Hêza Deryayî ya Amerîkayê li Bendera Selmanê ya Behreynê ew wêran kirin û bersiveke vebirr dan destdirêjiyên herî dawî yên Amerîkayê.Beşa Têkiliyên Giştî ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îslamî di daxuyaniya xwe da hişyarî da: Bila dijmin bizane ku binpêkirina agirbesê li dijî benda 1ê ya lêktêgihîştinnameya Îslamawayê ye û dê bibe sedema rawestandina tevahîya pêvajoyan.Komara Îslamî ya Îranê, herwiha li ser mafê xwe yê rewa ji bo parastina serwerîya xwe û bersivdana hemberî her destdirêjiyekê li gorî Rêziknameya Neteweyên Yekbûyî tekez kir.