Iraqçî: Divê Amerîka u Ewrûpa wisa bikin em bawerîya xwe li wan bînin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i357399-iraqçî_divê_amerîka_u_ewrûpa_wisa_bikin_em_bawerîya_xwe_li_wan_bînin
Wezîrê Karên Derve yê Îranê pêgirî kir ku Amerîka u Ewrûpa divê wisa bikin ku Têhran bawerîya xwe li wan bîne.
(last modified 2025-12-08T10:45:50+00:00 )
Kanûn 08, 2025 15:13 Asia/Tehran
  • Iraqçî: Divê Amerîka u Ewrûpa wisa bikin em bawerîya xwe li wan bînin

Wezîrê Karên Derve yê Îranê pêgirî kir ku Amerîka u Ewrûpa divê wisa bikin ku Têhran bawerîya xwe li wan bîne.

Seyîd Ebbas Iraqçî di hevpeyvîna tev medyayeke japonî di bersiva vê pirsê da ku Îran dê çawan bikaribe pêbawerîyê derheq bernama navokî ya xwe da pêk bîne? got: Ne em, belkî Amerîka, ewrûpî û yên din in ku divê me dilnîya bikin ku em dikarin bêyî êrişa wan,  ji mafê xwe yê sûdwergirtina biaştî ji teknolojîya navokî sûdmend bibin. 

Wezîrê Karên Derve yê Îranê got: Bi vî awayî heke ew dixwazin me bizvirînin dîplomasîyê û bi Ajansê ra hevkarîyê bikin, divê me dilnîya bikin, Wî derbara imkana destpêkirina muzakireyan tev Amerîkayê da jî got: Eva maye ser Amerîkayê. Heke Waşîngton helwesta xwe biguherîne u ji bo muzakireya hevseng u li gorî insafê yanî muzakireya ser xêra her du alîyan amade be, em jî amade ne.

Iraqçî got ku ew çarçova ji bo muzakirê tê qebûlkirin ku mafê Îranê yê sûdwergirtina biaştî ji teknolojîya navokî ji wan zengînkirina oranîyomê bi fermî nas bike.