Hevdîtina El Erecî tev Larîcanî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i356710-hevdîtina_el_erecî_tev_larîcanî
Şêwirmendê ewlehiya netewî ya Iraqê bi sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî ya Îranê re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.
(last modified 2025-10-20T11:08:04+00:00 )
Çirî 20, 2025 14:30 Asia/Tehran
  • Hevdîtina El Erecî tev Larîcanî

Şêwirmendê ewlehiya netewî ya Iraqê bi sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî ya Îranê re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Qasim El Erecî, şêwirmendê ewlehiya netewî ya Komara Iraqê berî êvara îro bi Elî Larîcanî, sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî ya Îranê û şêwirmendê rêberê giranqedr ê Şoreşa Îslamî re hevdîtin û gotûbêj pêk anî.

Şêwirmendê ewlehiya netewî ya Iraqê, sibeha îro di serê taximeka siyasî û ewlehiyê bi pêşwaziya Mûsa Elîzade Tebatebayî, serokê Dayireya Kendava Farsê ya Wezareta Karên Derve, derbasî Têhranê bû.

Vî rayedarê iraqî li ser vexwendina Elî Larîcanî, sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî ya Îranê seredana Têhranê kiriye û biryar e di vê seferê de bi hejmareka din a rayedarên siyasî yên welatê me re jî bişêwire.