Pêzêşkîyan: Asta tcareta Îran û Ummanê yê rabe 20 heta 30 milyard dolarî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i354876-pêzêşkîyan_asta_tcareta_Îran_û_ummanê_yê_rabe_20_heta_30_milyard_dolarî
Serokê Komara Islamî ya Îranê li paytexta Ummanê got: Ji bo pêşxistina hevkarîyên Îran û Ummanê di hemî waran da ji wan aborî, civakî, çandî, sîyasî û emnî zemînesazî hatîye kirin û asta tcareta di navbera her du welatan dikare rabe 20 heta 30 milyard dolarî.
(last modified 2025-05-28T12:23:45+00:00 )
May 28, 2025 15:53 Asia/Tehran
  • Pêzêşkîyan: Asta tcareta Îran û Ummanê yê rabe 20 heta 30 milyard dolarî

Serokê Komara Islamî ya Îranê li paytexta Ummanê got: Ji bo pêşxistina hevkarîyên Îran û Ummanê di hemî waran da ji wan aborî, civakî, çandî, sîyasî û emnî zemînesazî hatîye kirin û asta tcareta di navbera her du welatan dikare rabe 20 heta 30 milyard dolarî.

Mes`ûd Pêzêşkîyan Serokê Komara Islamî ya Îranê îro di civîna hevpar a çalakên aborî yên Îran û Ummanê li şarê Mesqetê dîyar kir ku peywendîyên Îran û Ummanê kokvedayî, germ û ser bingeha bawerîyên çandî û dînî yên hevpar hatine danîn û pêgirî ser pêwîstîya xurtkirina peywendîyên ticarî, bankî û tiranzîtî di navbera her du welatan da kir.

Serokomarê Îranê amajeyî gotûbêja xwe ya digel Heysem Bin Tariq paşayê Ummanê û lihevkirinên di muzakieyên hanê da kir û got: Tişta ku roja îro ji her tiştî zêdetir girîng e, danîna binesazîyan ji bo xurtkirina lihevgirêdana rêyên bejayî, deryayî û hewayî yên her du welatan, ji ber ku tenê di wê rewşê da hevkarîyên ticarî, zanistî, pîşeyî û aborî dikarin werin kûrkirin.