Wezîrê Niftê yê Îranê: Em dê gaza Ûrsêtê li Astarayê wergirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i354393-wezîrê_niftê_yê_Îranê_em_dê_gaza_Ûrsêtê_li_astarayê_wergirin
Wezîrê Niftê yê Îranê dîyar kir ku Têhran û Moskowê li ser veguhestina ji rêya bejayî ya gaza Ûrsêtê bo Îranê lihev kirine û got: Di encama liyêkgiheştina dualî da, em dê gaza Ûrêtê li Astarayê wergirin.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Nîsan 25, 2025 14:46 Asia/Tehran
  • Wezîrê Niftê yê Îranê: Em dê gaza Ûrsêtê li Astarayê wergirin

Wezîrê Niftê yê Îranê dîyar kir ku Têhran û Moskowê li ser veguhestina ji rêya bejayî ya gaza Ûrsêtê bo Îranê lihev kirine û got: Di encama liyêkgiheştina dualî da, em dê gaza Ûrêtê li Astarayê wergirin.

Muhisn Paknijad di civîna çapemenîyê ya hevpar tev Wezîrê Enerjîyê yê ûrsêtê da got ku Îran û Ûrsêtê liyêkgiheştinameyek ji bo veguhestina gazê bo Îranê wajo kirine û li gorî wê yê salê 55 milyard metrekûp gaz ango rojê 150 heta 151 milyon metrekûp were veguhestin.

Wezîrê Niftê yê Îranê herwiha got: Bi dû hilkolandian rêyên veguhestina gaza Ûrsêtê bo Îranê, di dawîyê da her du alîyan lihev kirin ku ew gaza ji axa Azerbaycanê va bigihîje axa Îranê û bi vî awayî em dê gaza Ûrsêtê li Astarayê wergirin.