Iraqçî ber bi Ewrûpayê: Top li erdê we ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i354384-iraqçî_ber_bi_ewrûpayê_top_li_erdê_we_ye
Wezîrê Karên Derve yê Îranê ji ber rewşa derdayîna her du alîyan a di têkilîyên digel Fransa, Alman û Ingilîsê da rexne kir û xwest ku dewsa himbersekinînê gotûbêj û hevkarîyê bikin.
(last modified 2025-04-24T11:40:26+00:00 )
Nîsan 24, 2025 16:47 Asia/Tehran
  • Iraqçî ber bi Ewrûpayê: Top li erdê we ye

Wezîrê Karên Derve yê Îranê ji ber rewşa derdayîna her du alîyan a di têkilîyên digel Fransa, Alman û Ingilîsê da rexne kir û xwest ku dewsa himbersekinînê gotûbêj û hevkarîyê bikin.

Seyîd Ebbas Iraqçî li rûpela xwe ya Xê bal kişand ser amadebûna xwe ji bo ku seredana Parîs, Berlîn û Londonê bike û got: Nika top li meydana ewrûpîyan e. Wan ev derfeta heye ku xwe ji hejmonî û bandora ``komên xwedî-berjewendî yên taybet`` rizgar bikin û rêyeke cida desnîşan bikin ango rêya dîplomasîyê.

Iraqçî dîyar kir ku ez careka din pêşnîyara rêya dîplomasîyê li Fransa, Alman û Ingilîsê dikim û got: Piştî rawêjkarîyên min ên li Moskow û Pêkenê, ez amade me ku pêngava yekem bi seredana Parîs, Berlîn û Londonê hildim.