Bajarê mûşekî yê nû yê Sipahê hat nimandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i353961-bajarê_mûşekî_yê_nû_yê_sipahê_hat_nimandin
Hêza hewa- fezayê ya Sipahê komek mezin ji mûşekên Balistîk ên Xêyberşiken, Hecî Qasim, Imad, Secîl, Qedr û Kirûz Pawe di yek ji bi sedan bajarên xwe yên mûşekî nimandin
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Adar 26, 2025 15:00 Asia/Tehran
  • Bajarê mûşekî yê nû yê Sipahê hat nimandin

Hêza hewa- fezayê ya Sipahê komek mezin ji mûşekên Balistîk ên Xêyberşiken, Hecî Qasim, Imad, Secîl, Qedr û Kirûz Pawe di yek ji bi sedan bajarên xwe yên mûşekî nimandin

Ev nimandin bi amadebûna serdar Mihemed Baqirî, serokerkanê hêzên çekdar û serdar Emîrelî Hacîzade, fermandê hêza hewa- fezayê ya Sipahê Pasdaran cih hat ta yek ji bajarên mezin ên mûşekî yên hêza hewa- fezayê ya Sipahê Pasdarên Şoreşa Îslamî were nimandin. Serleşker Baqirî di vê seredanê got: Hemû berûlayên ku ji bo şiyaneka deh qatî zêdetirî Wadeya Sadiq a 2`ê pêwîst e, ketiye rêka pêkanînê û dijmin di vê hevsengiya hêzan de, wê bi hetm paşda bimîne. Hêzên çekdar rêya xwe ya pêşketin û şiyanê bi micidî didomîne.

Serdar Hacîzade, fermandê hêza hewa- feza ya Sipahê berî nika ragihandibû ku eger her hefte bajarekî mûşekî were nimandin, wê heta du salên din jî bi dawî neyê.