Pêgîriya Îranê li ser berfirekirina peywendiyên bi welatên navçê re
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i352836-pêgîriya_Îranê_li_ser_berfirekirina_peywendiyên_bi_welatên_navçê_re
Alîkarê yekem ê serokomarê Îranê got, Îran bona geşkirina peywendiyan di hemû warên siyasî, aborî, çandî û zanistî bi welatên navçê û welatên dost re ji bo muzakirê amade ye.
(last modified 2025-05-04T17:02:40+00:00 )
Çile 07, 2025 15:11 Asia/Tehran
  • Pêgîriya Îranê li ser berfirekirina peywendiyên bi welatên navçê re

Alîkarê yekem ê serokomarê Îranê got, Îran bona geşkirina peywendiyan di hemû warên siyasî, aborî, çandî û zanistî bi welatên navçê û welatên dost re ji bo muzakirê amade ye.

Mihemedriza Arif got: Şertûmercên îro rojê yên navçê û istiratêjiyên siyaseta derveyî ya Îranê, geşkirina zêdetir a peywendiyên bi welatên cînar, welatên îslamî, asiyayî, ewrûpî, afrîqî û amerîkî ye.

Arif herwiha amajeyî girîngiya dîplomasiya saxlem kir û got, sîplomasiya saxlem ji qenciyên herî bijare yên Komara îslamiya Îranê ye ku divê bi başî ev derfeta were bikaranîn. Arif pêgîrî kir Komara Îslamiya Îranê boykotan naxweze û ji civata navnetewî jî dixweze boykotên zalimane yên dijî Îranê ji holê rake.