Sefera Pizişkiyan ya Moskowê dê dîrokî be
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i352816-sefera_pizişkiyan_ya_moskowê_dê_dîrokî_be
Balyozê Îranê li Rûsiyê got: Sefera serokê Komara Îslmaî ya Îranê bo Moskowê bona wajokirina rêketiftina tam û tekûz a hevkariyan ji aliyê serokkomarên her du welatan û muzakireyên ji bo jordebirina asta têkiliyan, dê sefereke dîrokî be.
(last modified 2025-01-06T11:15:40+00:00 )
Çile 06, 2025 14:40 Asia/Tehran
  • Sefera Pizişkiyan ya Moskowê dê dîrokî be

Balyozê Îranê li Rûsiyê got: Sefera serokê Komara Îslmaî ya Îranê bo Moskowê bona wajokirina rêketiftina tam û tekûz a hevkariyan ji aliyê serokkomarên her du welatan û muzakireyên ji bo jordebirina asta têkiliyan, dê sefereke dîrokî be.

Kazim Celalî bal kişand ser plan û bernameyên cihhatî jibo wajokirina rêketinnama  tam û tekûz a hevkariyên Komara Îslamî ya Îran û Rûsiyê  bo 17  Çileya 2025an di navbera  Mesûd Pizişkiyan û Viladîmîr Pûtîn, serokkomarên her du welatan û destnîşan kir: Têkiliyên Têhran-Moskow li ser du hêmanên cîrantiyê û nêrînên hevpar ên li hemberî pirsgirêkên navçeyî û navneteweyî   pêşde diçin.

Balyozê Îranê li Moskowê bal kişande ser vê yekê ku asta  bazirganiya navbera her du welatan di sala 2024`an de ber bi zêdebûnê ve çûye  û got: Pêşbîniyên  ku hatin kirin zêdebûna sedî 15`ê li bazirganiya navbera Îran û Rûsiyê nîşan dide.