2 serkirdeyên Koma Terorîst a DAIŞ`ê li îranê hatin girtin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i349883-2_serkirdeyên_koma_terorîst_a_daiŞ_ê_li_îranê_hatin_girtin
Wezareta Itilaata Komara îslamiya Îranê ragihand ku 2 serkirdeyên Koma Terorîst a DAIŞ`ê ku ser bi welatên necînar bûn, girtine.
(last modified 2024-10-11T12:34:58+00:00 )
Tîrmeh 25, 2024 17:43 Asia/Tehran
  • 2 serkirdeyên Koma Terorîst a DAIŞ`ê  li îranê hatin girtin

Wezareta Itilaata Komara îslamiya Îranê ragihand ku 2 serkirdeyên Koma Terorîst a DAIŞ`ê ku ser bi welatên necînar bûn, girtine.

Hucetulîslam Seyîd Îsmaîl Xetîb, wezîrê Îtilaata Îranê li bara şerrê giran a bi terorîstan di 50 rojên buhurî da kir û got: Bi hevrêtî û hevkariya komên teblîxî, ewlehî, çandî û hişmendiya xelkê qedirnas ê Îranê, hêzên ewlehiyê karîn di encama 12 operasiyonan da nêzî 20 kesên ku bêyî îzn ên welatên din ku li Îranê bûn, nas bikin û desteser bikin. Xetîb herwiha got: Nêzî 12 kes ji wan, hêzên operasiyonê bûn ku ji bo cihanîna operasiyonê hatibûn Îranê.Di van salên dawiyê da bi işkestina zexta herî zêde ya boykotên Amerîkayê dijî Îranê, zexta herî zêde ya ewlehiyê dijî Îranê pêk hatiye û di van liv û tevgeran da di navbera Amerîka, Îsraîl û Îngilîsê da hevkariyên berfireh hene lê heta nika ti yek ji van pîlanan negihîştine encamê.