Teqeziya Rêberê giranqedr ê inqilabê ser çareserkirina pirsgirêkên xelkê li ser bingeha dadperweriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i348910-teqeziya_rêberê_giranqedr_ê_inqilabê_ser_çareserkirina_pirsgirêkên_xelkê_li_ser_bingeha_dadperweriyê
Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî çareserkirina pirsgirêk û kêşeyên xelkê li ser bingeha dadperweriyê û derbasnebûna ji xeta sor ya qanûnê ji erkên sereke yên sîstema dadweriyê da zanîn.
(last modified 2024-06-22T08:11:21+00:00 )
Hezîran 22, 2024 11:39 Asia/Tehran
  • Teqeziya Rêberê giranqedr ê inqilabê ser çareserkirina pirsgirêkên xelkê li ser bingeha dadperweriyê

Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî çareserkirina pirsgirêk û kêşeyên xelkê li ser bingeha dadperweriyê û derbasnebûna ji xeta sor ya qanûnê ji erkên sereke yên sîstema dadweriyê da zanîn.

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî, Hezretê ayetullah Xamineyî, roja şemiyê li hevdîtina bi rayedarên dezgeha dadweriya Îranê, çareserkirina kêşe û nakokiyên xelkê li ser bingeha dadperweriyê û derbasnekirinakirina xeta sor ya qanûnê ji erkên sereke yên qanûnê da zanîn  û got:Erka herî girîng a sîstema dadweriyê ew e ku edaletê bi wêrektî û bêyî berçavgirtina eadletê ye. 

Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî bi bal kişan ser vê yekê ku di Qur'anê û çavkaniyên din ên îslamî de ser meseleyeke wekî edaletê pirtir hatiye teqezkirin  û wêrektirê wek pêwîstiya edaetê da zanîn û got: 

Divê dadger li gor qanûnên navxweyî tevbigerin û ne  çavkaniyên mafên mirovan ên rojavayî.

Hezretê ayetullah Xamineyî her wiha bal kişande ser nêzîkbûna dewra 14`an a hilbijartinên serokomariya Îranê  û di şîreteke girîng de ji bo berbijarên hilbijartinên serokomariyê, bal kişand ser vê yekê ku gotûbêj û gengeşeyên  namzedan li  televizyonê yan jî gotinên wan ên din, nebe baîs ku  berbijarek jibo işkestdana hevrikê xwe  gotinekê bike ku   dilê dijminan li me şad bike.