Reyîsî: Îran îro pêşketî ye û teknolojik e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i347002-reyîsî_Îran_îro_pêşketî_ye_û_teknolojik_e
Serokê Komara Islamî ya Îranê, Îrana Îslamî ya îroyîn pêşketî û teknolojîk da zanîn.
(last modified 2024-03-09T02:42:43+00:00 )
Adar 09, 2024 06:10 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Îran îro pêşketî ye û teknolojik e

Serokê Komara Islamî ya Îranê, Îrana Îslamî ya îroyîn pêşketî û teknolojîk da zanîn.

Seyîd Îbrahîm Reyîsî got: Îro  li parzêgeha Xûzistanê em bûne şehedê destpêkirina pirojeyên girîng ên aborî  ku bi saya destên pispor,karnasan û şêwirmend û karlerên navxweyî Îranê hatine  cih anîn.

Serokê Komara Islamî ya Îranê got: Li Îranê,2 milyon ton hesinê  lûf û nerim  tê berhemanîn û Îrana Îslamî di vî warî de pileya yekem ya navçeyê û pileya duyem di cîhanê de heye û ev jî şanaziyeke mezin e.

Reîsî amajeyî destpêbûna xebata fermî ya meydanên niftê yên Cefir û Sêpêhr li rojavayê Karonê kir û got:

Ev meydanên niftê bi hevkarî û sermayeguzariya bankên Îranê hatine çêkirin û ev asermayeguzariya herî baş e ku divê hîna zêdetir  were berfirehkirin.