Reyîsî: Îran ewlewiyeta Geştyariya Tenduristiyê li navçeyê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i342382-reyîsî_Îran_ewlewiyeta_geştyariya_tenduristiyê_li_navçeyê_ye
Serokê Komara Îslamî ya Îranê di rêûrisma vekirina Nexweşxaneya Xedîrê da tekez kir: Îran ewlewiyeta Geştyariya Tenduristiyê li navçeyê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 07, 2023 14:05 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Îran ewlewiyeta Geştyariya Tenduristiyê li navçeyê ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di rêûrisma vekirina Nexweşxaneya Xedîrê da tekez kir: Îran ewlewiyeta Geştyariya Tenduristiyê li navçeyê ye.

Nexweşxaneya gelekî mezin a Xedîrê li bajarê Tehranê ku gellekî nûjen û cîhazkirî ye, îro bi amadebûna Serokê Komara Îslamî ya Îranê hat vekirin.

Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê di vê rêûrismê da got: Roja îro geştyariya Tenduristiyê bi awayekîye ku welatên navçeyê û Asyaya Navîn ji bo dermankirinê vedibijêrin li dewsa welatên ewropî serdana Îranê bikin; ji ber ku ji hêla pisportî û lêçûnê ji bo wan guncantir e.

Li gorî nûçeya IRNA'yê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Îranê bi destê xurt ê pizîşkan di warê Tenduristiyê da gelek şanazî hebûne û em di cîgeheke baş da ne.