Tetbîqata hevpar a Îran û Çînê yê îşev dest pê bibe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i340167-tetbîqata_hevpar_a_Îran_û_Çînê_yê_îşev_dest_pê_bibe
Tetbîqata hevdudanî ya Kembera Ewlehîya Deryayî-2023an yê bi pişkdarîya Îran, Çîn û Rûsyayê û hin çavdêrên ji Pakistan û Qazaqistanê îşev li bakurê Oqyanûsa Hindê dest pê bibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 16, 2023 14:59 Asia/Tehran
  • Tetbîqata hevpar a Îran û Çînê yê îşev dest pê bibe

Tetbîqata hevdudanî ya Kembera Ewlehîya Deryayî-2023an yê bi pişkdarîya Îran, Çîn û Rûsyayê û hin çavdêrên ji Pakistan û Qazaqistanê îşev li bakurê Oqyanûsa Hindê dest pê bibe.

Berdevkê meşqa a hevdudanî ya Kembera Ewlehîya Deryayî-2023an Edmîralê duyem “Mistefa Taceddînî” di vî warî da got: Bilî yekîneyên seravî û esmanî yên Hêza Deryayî ya Artêşa Komara Islamî ya Îranê û Sipaha Pasdarên Şoreşa Islamî, yekîneyên deryayî yên Çîn û Rûsyayê jî di vê meşqeê da pişkdar in û ew tetbîqata yê ji dawîya îşev va li bakurê Oqyanûsa Hindê dest pê bibe.

Edmîralê duyem “Mistefa Taceddînî” herwiha got: Ev meşqa hevdudanî ya çaran e ku bi pişkdarîya Îran, Çîn û Rûsyayê tê lidarxistin û yê di siberojê da jî were domandin.

Tetbîqata hevdudanî ya Kembera Ewlehîya Deryayî- 2023an bi durişma ‘‘Bi hev ra ji bo pêkanîna aştî û ewlehîyê’’ li devereke bi beratîya 17 hezar kîlometran tê lidarxistin.