Çalakkirina Komîsyona Hevpar a Aborî; mêhwera muzakireyên Îran û Tirkîyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i340003-Çalakkirina_komîsyona_hevpar_a_aborî_mêhwera_muzakireyên_Îran_û_tirkîyê
Wezîrên Karên Derve yên Îran û Tirkîyê derbara çalakkirina Komîsyona Hevpar a Aborî, hêsankirina tranzîtê, enerjî û bazarên ser sînoran da rawêjkarî kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 08, 2023 14:17 Asia/Tehran
  • Çalakkirina Komîsyona Hevpar a Aborî; mêhwera muzakireyên Îran û Tirkîyê

Wezîrên Karên Derve yên Îran û Tirkîyê derbara çalakkirina Komîsyona Hevpar a Aborî, hêsankirina tranzîtê, enerjî û bazarên ser sînoran da rawêjkarî kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Komara Islamî ya Îranê ‘Hisên Emîr- Ebdullahîyan’ îro li Enqereyê ji hêla hevtûşê xwe yê tirkîyeyî ‘Mewlûd Çavûşoglu’ va hat pêşwazîkirin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê di vê hevdîtinê da careka din ji hêla gel û hikûmeta Komara Islamî ya Îranê va ji ber candayîna hejmareke zêde ya welatîyan sersaxî da gel û dewleta Tirkîyê û got: Ji sietên destpêkê yên bi dû belavbûna nûçeya qewimîna erdhejê li Tirkîye û Sûrîyê va, hikûmet û gelê Îranê ji bo ku alîkarîya gelê dost û bira yê Tirkîyê bikin, bûn yek.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkîyê jî di vê hevdîtinê da ji ber şandina lezgîn a alîkarîyan ji hêla Komara Islamî ya Îranê va bo mexdûrên erdhejê li Tirkîyê di sietên destpêka vê bûyerê da, destxweşî li Îranê kir.

Wezîrên Karên Derve yên Îran û Tirkîyê di vê hevdîtinê da herwiha basa hevkarîya di warê têkoşîna dijî terorîsmê, çalakirina Lêjneya Hevpar a Av û Jîngehê û alûgurên Sûrîye, Efxanistan û Qafqazê kirin.