Zimhêrên nû yên kanzaya hesin li Îranê hatin keşfkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i339804-zimhêrên_nû_yên_kanzaya_hesin_li_Îranê_hatin_keşfkirin
Rêveberê Giştî yê Plandarêştin, Teknolojî û Bûceyê yê Rêxistina Erdnasî û Keşfkirinên Madenî ya Îranê qala kleşfkirina kanzayên nû yên hesin li welêt kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 27, 2023 12:18 Asia/Tehran
  • Zimhêrên nû yên kanzaya hesin li Îranê hatin keşfkirin

Rêveberê Giştî yê Plandarêştin, Teknolojî û Bûceyê yê Rêxistina Erdnasî û Keşfkirinên Madenî ya Îranê qala kleşfkirina kanzayên nû yên hesin li welêt kir.

Îran bi derdora 68 cûre madeyên madenî, 37 bîliyon ton zimhêrên keşfkirî û 57 bîliyon ton zimhêrên potensiyel di rêza 15 welatên sereke li cîhanê ye.

Reza Cedîdî Rêveberê Giştî yê Plandarêştin, Teknolojî û Bûceyê yê Rêxistina Erdnasî û Keşfkirinên Madenî ya Îranê di vî warî da got: Vê dawiyê li hin navçeyên parêzgehên Îsfehan, Yezd, Kirman û Simnanê kanzaya hesin hatiye şopandin û zimhêrine baş hatine leşfkirin.

Cedîdî her wiha got: Derdora sê miliyar û 300 miliyon ton zimhêrên tekûz ên kanzaya hesin li welêt hene.

Rêveberê Giştî yê Plandarêştin, Teknolojî û Bûceyê yê Rêxistina Erdnasî û Keşfkirinên Madenî ya Îranê her wiha got: Zimhêrên guncan ji kanzaya hesin li Parêzgeha Kurdistanê jî hatine naskirin.