Balyozê Îranê bi Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyê ra hevdîtin pêk anî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i339523-balyozê_Îranê_bi_alîkarê_wezîrê_karên_derve_yê_rûsyê_ra_hevdîtin_pêk_anî
Balyozê Îranê li Rûsyê û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê vî welatî derbarê peywendiya bi welatên ewropî, NATO û Yekîtiya Ewropayê (YE) ra hevdîtin û gotûbêj kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 14, 2023 13:27 Asia/Tehran
  •  Balyozê Îranê bi Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyê ra hevdîtin pêk anî

Balyozê Îranê li Rûsyê û Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê vî welatî derbarê peywendiya bi welatên ewropî, NATO û Yekîtiya Ewropayê (YE) ra hevdîtin û gotûbêj kirin.

Li gorî rapora ISNA'yê, Di hevdîtina roja Sêşemiyê navbera "Kazim Celalî" Balyozê Îranê li Moskowayê û Elêksandre Grogo Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsyê da du aliyan li ser pêşdabirina danûstandinên dualî û hevkariya ji bo xurtkirina rêkara çendalîtîşopiyê û têkoşîna li hemberî yekalîtîşopiyê ya hin welatan ku aştî û ewlehiya civaka cîhanî xistiye ber xeterê, her wiha xurtkirina hiza Sazîşopî (Institutionalism) û pabendiya li Rêziknameya Neteweyên Yekbûyî tekez kirin.

Li gorî nûçeyeke din, Balyozê Îranê li Rûsyê got ku muhtemel e vîza di navbera du welatan da bê rakirin.

Celalî di press konferansekê da got: Moskowa û Tehranê dibe ku derbarê rakirina vîzayê navbera du welatan di sala 2023an da li hev bikin û vê demê Îranê li benda bersiva Rûsyê ye.

Balyozê Îranê li Rûsyê her wiha got: Eger Rûsye rakriina vîzayê digel Îranê di asta herî bilind da bipejirîne, Îran di mehên bê da dê rakirina vîzayê bi cih bîne.