Sedar “Muhemed-Reza Fellahzade: “Hemasesazîyên Fatimîyûnê li Sûriyê kêm-mînak bû.”
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i339497-sedar_muhemed_reza_fellahzade_hemasesazîyên_fatimîyûnê_li_sûriyê_kêm_mînak_bû.
Dewsgirê Fermandeyê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî tekez kir: “Hemasesazî û têkoşerîyên Fatimîyûnê li deverên cûr bi cûr ên Sûriyê û mêrxasiyên wan kêm-mînak bûn.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 13, 2023 12:46 Asia/Tehran
  • Sedar “Muhemed-Reza Fellahzade: “Hemasesazîyên Fatimîyûnê li Sûriyê kêm-mînak bû.”

Dewsgirê Fermandeyê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî tekez kir: “Hemasesazî û têkoşerîyên Fatimîyûnê li deverên cûr bi cûr ên Sûriyê û mêrxasiyên wan kêm-mînak bûn.”

Sedar “Muhemed-Reza Fellahzade” Dewsgirê Fermandeyê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: “DAIŞ rêxistineke asayî nebû, belkî ‘Şecereyeke Xebîse’ bû ku li ser baweriya xwe ya şaş û batil bibiryar û bi îrade bû û bi gotinekê  em dikarin bibêjin DAIŞ’î artêşa baweriyê di bereya batil da bûn.”

Serdar Fellahzade her wiha got: “Li Sûriyê Tevahiya Kufrê ketibû hemberî Tevahiya Îslamê û yekîtiya navbera misilmanên Iraq, Sûriye, Efxanistan, Libnan û Îranê bû ku DAIŞ’î asê kirin, ji ber ku asta baweriyê di bereya heq da bilindtir û bihêztir  bû.”

Dewsgirê Fermandeyê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî DAIŞ wek berhema komploya amerîkî-siyonîstî zanî û got: “Berevanên Heremê û têkoşerên Fatimîyûnê bi rênîşandanên Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî û fermandetiya  serdar Hecî Qasim Sulêymanî ev komplo têk birin û Bereya Îslamê bi ser xistin.”