Serdar Tengsîrî: “Kendava Farsê ji bo hemî gelê Îranê pîroz e”
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i339485-serdar_tengsîrî_kendava_farsê_ji_bo_hemî_gelê_Îranê_pîroz_e
Fermandeyê Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî tekez kir: “Kendava Farsê ji bo tevahiya gelê Îranê pîroz e.”
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 13, 2023 09:52 Asia/Tehran
  • Serdar Tengsîrî: “Kendava Farsê ji bo hemî gelê Îranê pîroz e”

Fermandeyê Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî tekez kir: “Kendava Farsê ji bo tevahiya gelê Îranê pîroz e.”

Serdar “Elîreza Tengsîrî” Fermandeyê Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî di kêleka nimandina pênc belgefîlman li Radyo û Televîzyona Navenda Kendava Farsê da got: “Tengava Hormuzê, Kendava Farsê û serdestiya li ser beşeke berbiçav a perravên Mokranê nîşana girîngiya zehf a Parêzgeha Hormuzganê ye.”

Fermandeyê Hêza Deryayî ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi gotina vêya ku dijmin dema derbasbûna bo Kendava Farsê hişyariyên Sipahê berçav digirin, got: “Kendava Farsê ji bo tevahiya gelê Îranê pîroz e û Fermandeyê mezin ê Hemî Hêzan jî berdewam li ser girîngiya Parêzgeha Hormuzganê tekez dike.”

Serdar Tengsîrî her wiha bal kişande ser şerê dijî amerîkiyan li Kendava Farsê û got: “Têkoşerî bûn sebeb ku dijmin piştî derbasbûna bo Kendava Farsê tam bala xwe bide ser hişyariyên Sipahê.”