Emîr-Ebdullahiyan û serokkomarê Uzbekistanê hevdîtin pêk anîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i339034-emîr_ebdullahiyan_û_serokkomarê_uzbekistanê_hevdîtin_pêk_anîn
Wezîrê Karên Derve yê Îranê di kêleka civîna wezîrên derve yên ECO'yê da digel serokkomarê Uzbekistanê hevdîtin pêk anî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 24, 2023 18:05 Asia/Tehran
  •  Emîr-Ebdullahiyan û serokkomarê Uzbekistanê hevdîtin pêk anîn

Wezîrê Karên Derve yê Îranê di kêleka civîna wezîrên derve yên ECO'yê da digel serokkomarê Uzbekistanê hevdîtin pêk anî.

 

Li gorî rapora IRNA'yê, Hisên Emîr-Ebdullahiyan Wezîrê Karên Derve yê Îranê û Şewket Mîrziyayîf serokkomarê Uzbekistanê di vê hevdîtinê da ku li koşka serokkomartiya vî welatî li Taşkendê hat lidarxistin, derbarê meseleyên dualî axivîn.

Hêjayî gotinê ye ku Bîst û şeşemîn dora Civîna wezîrên derve yê Rêxistina Hevkariya Aborî (ECO) roja Sêşemiyê li Taşkendê dest pê kir.

Di civîna wezîrên derve yên ECO'yê da wezîr û nûnerên welatên endam ji wan Komara Azerbaycanê, Tirkmenistan, Qirqîzistan, Qezaqistan, Tirkiye, Pakistan, Îran û Uzbekistanê beşdar in.

Efxanistan wek welatê endamê ECO'yê beşdarî vê civînê nebûye.