Serleşker Selamî: "Em ê zû an dereng tola xwîna Hecî Qasim hildin"
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i338701-serleşker_selamî_em_ê_zû_an_dereng_tola_xwîna_hecî_qasim_hildin
Fermandarê Giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi gotina vêya ku "Em ê zû an dereng tola xwîna Hecî Qasim hildin", got: "Em ê bi nifşa nû ya Înqilabê raserî dijminan bên."
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 09, 2023 05:13 Asia/Tehran
  • Serleşker Selamî:

Fermandarê Giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî bi gotina vêya ku "Em ê zû an dereng tola xwîna Hecî Qasim hildin", got: "Em ê bi nifşa nû ya Înqilabê raserî dijminan bên."

Serdar serleşkerê pasdar Husên Selamî Fermandarê Giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî di civîna dawiyê ya "Sêyemîn salvegera şehîdbûna şehîd sipehbod Qasim Sulêymanî, seyid ul-Şuhedayê Bereya Berxwedanê" li bajarê Kirmanê got:

"Dijminan dixwest ku ji rojhilatê Deryaya Sipî heta rojhilatê Efxanistanê û tevahiya cografyaya Îslamê dagir bikin û bi êrîşa ser Înqilaba Îslamî ya Îranê serxwebûn û serfiraziya gelê Îranê jê bistînin."

Fermandarê Giştî yê Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî got: "Me ji dijminan ra gotibû ku "Em ê bi van xortan raserî we bên" û Amerîka bila bizane ku pêt û elawên tolhildan û xezebê li nav nifşên me yên nû gurr bûne."

Serdar Selamî xitabî dijminan bi gotina vêya ku "Em ji xetaya we nabihorin û tolhildan maye", got: "Gerçî ku em her roj tolê hildidin, lê ji bo sebebkarên wê tolhildan maye; em ê tolê hildin, em ê zû an dereng tolê hildin."