Roja sisêyan a zivistanê; befrê Îranê sipîpoş kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i338326-roja_sisêyan_a_zivistanê_befrê_Îranê_sipîpoş_kir
Di roja sisêyan a zivistanê da, li pirranîya deverên Îranê berf barî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 24, 2022 15:19 Asia/Tehran
  • Roja sisêyan a zivistanê; befrê Îranê sipîpoş kir

Di roja sisêyan a zivistanê da, li pirranîya deverên Îranê berf barî.

Ji şeva buhurî va, li pirranîya deverên Îranê berfê dest pê kirîye û îro jî Têhrana paytxt kirasê sipî li xwe kir.

Li rojava û bakur-rojavayê Îranê, li Isfehan, Loristan û parêzgeha Merkezî jî barîna berfê di roja sisêyan a zivistanê da dest pê kirîye.

Barîna berfê yê sibê jî li parêzgehên rojava, navend, rojhilat, bakur-rojhilat û bilindahîyên Zagrosa Navendî û bintara çîyayê Elborzê û roja Duşemê jî yê li parêzgehên ber devê Deryaya Xezerê, bakur-rojhilat, Hormizgan, Kirman û Sîstan û Belûçistanê bidome.