Hevkarîyên aborî di navbera Îran û Çînê da didomin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i338132-hevkarîyên_aborî_di_navbera_Îran_û_Çînê_da_didomin
Serokê Rêxistina Sermayeguzarî û Alîkarîyên Aborî-Teknîkî ya Îranê pêgirî kir: Hevkarîyên aborî yên Îran û Çînê di beşên curbicur da didomin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 14, 2022 09:08 Asia/Tehran
  •  Hevkarîyên aborî di navbera Îran û Çînê da didomin

Serokê Rêxistina Sermayeguzarî û Alîkarîyên Aborî-Teknîkî ya Îranê pêgirî kir: Hevkarîyên aborî yên Îran û Çînê di beşên curbicur da didomin.

Civîna "Hevkarîyên tam ên Îran û Çînê" ji duh va bi amadebûna Muhemed Muxbir Cîgirê Serokê Komara Îslamî ya Îranê û Ho Çûn Huwa Cîgirê Serokwezîrê Çînê li Tehranê dest pê bû.

Mêhwera sereke ya civîna Hevkarîyên tam ên Îran û Çînê", mêkanîsma pêşxistina cihanîna plana hevkarîya tam a 25 salî ya Îran û Çînê ye.

Îran û Çînê di salên buhurî da peywendîyên xwe di sê astên sîyasî-aborî, emnî-berevanî û jêopoltîk-istiratêjîk da berfire kirine û wajokirina belgenemeya istiratêjîk a hevkarîya 25 salî pêngaveke girîng di çarçova kemilandina vê demajoyê da bû.