Wezîrê niftê yê Îranê destûrkara civîna OPEC'ê şirove kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i337990-wezîrê_niftê_yê_Îranê_destûrkara_civîna_opec'ê_şirove_kir
Wezîrê niftê yê Îranê piştî civîna OPEC Plus'ê got: Li gorî biryara sî û sêyemîn civîna OPEC Plus'ê biryar hat dayîn ku ji Mijdara 2022an va berhemanîna gişt welatên endamê hevpeymaniyê bi qasî 2 miliyon bermîlî di rojê da kêm bibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 05, 2022 07:57 Asia/Tehran
  • Wezîrê niftê yê Îranê destûrkara civîna OPEC'ê şirove kir

Wezîrê niftê yê Îranê piştî civîna OPEC Plus'ê got: Li gorî biryara sî û sêyemîn civîna OPEC Plus'ê biryar hat dayîn ku ji Mijdara 2022an va berhemanîna gişt welatên endamê hevpeymaniyê bi qasî 2 miliyon bermîlî di rojê da kêm bibe.

Cewad Ocî Wezîrê niftê yê Îranê bi gotina vêya ku destûrkara herî girîng a vê civînê nirxandina alûgorên herî nû yên bazara cîhanî ya niftê û rewşa cihanna biryarên berê yên OPEC Plus'ê bû, got: Li gorî biryara sî û sîyemîn civîna OPEC Plus'ê biryar hat dayîn ku ji Mijdara 2022an va berhemanîna giştî ya welatên endamê hevpeymaniyê bi qasî 2 miliyon bermîlî di rojê da kêm bibe.

Ocî got: Endamên OPEC Plus'ê li ser cihanîna biryara berê ya OPEC PLus'ê ji bo kêmkirina berhemanîna niftê bi qasî 2 miliyn bermîlî di rojê da ji Mijdarê heta dawiya sala 2023an tekez kir.

Ocî her wiha got: Li gorî hin nîgeraniyan ji dûhatên îhtimalî yên belavbûna Koronayê li hin navçeyên cîhanê nemaze li Çînê ji bo pêşketina aborî li cîhanê û zirarên îhtimalî ji bo daxwazê, hin nîgeranî derbarê îhtimala raberkirina neftê ya zêdehî di mehên pêşber da hene.