Wezîrê neftê yê Îranê serdana Tirkiyê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i337198-wezîrê_neftê_yê_Îranê_serdana_tirkiyê_kir
Wezîrê neftê yê Îranê di serdana xwe ya Tirkiyê û piştî hevdîtina digel rayedarên warê vî welatî yên warê enêrjiyê, qala dirêjkirina girêbesta gazê û zêdekirina asta derfirotina gaza Îranê bo Tirkiyê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 21, 2022 11:55 Asia/Tehran
  • Wezîrê neftê yê Îranê serdana Tirkiyê kir

Wezîrê neftê yê Îranê di serdana xwe ya Tirkiyê û piştî hevdîtina digel rayedarên warê vî welatî yên warê enêrjiyê, qala dirêjkirina girêbesta gazê û zêdekirina asta derfirotina gaza Îranê bo Tirkiyê kir.

 

Li gorî rapora ISNAyê, Cewad Ocî wezîrê neftê yê Îranê ku di serê taximekê da çûye Enqereyê, digel Fatih Donmez û Nûredîn Nebatî wezîrên enêrjî û aboriyê yên Tirkiyê civiya.

Ocî her wiha digel Serokê gişt ê Banka Navendî ya Tirkiyê û kompaniyên mezin ên vî welatî çalak di warên enêrjiyê da jî civiya.