Tebax 24, 2022 11:22 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Hevkariya bi Malî re di warên curbicur de yek ji karên sereke yên sîstema dîplomatîk a Îranê ye

Wezîrê karên derve yê Îranê, hevkariya bi Malî re di warên aborî, berevanî û perwerdeyî de ji karên sereke yên sîstema dîplomatîk a Îranê nirxand û got: Hevkariya her du welatan li saziyên navneteweyî ji warên girîng ên têkeliyên navbera her du welatan e.

Li gorî rapora IRNA`yê, Husên Emîr-Ebdullahiyan ku roja sêşemê sefera Maliyê kir, li civîna çapemeniyê ya hevpar bi Ebdullah Dîop wezîrê karên derve yê Maliyê ra got: Komara Islamî ya Îranê giringiyeke taybet bi parzemîna Afrîqayê dide û Ayetullah Seyid Îbrahîm Reîsî Serokê Îslamî yê Îranê jî, giringiyê dide Afrîqayê bi taybetî welatekî dîrokî wekî Maliyê.

Wezîrê karên derve yê Îranê herwiha bal kişande ser hewildanên herdemî yên koma karzanên Îranî û Malî ji bo lêkolînkirina mijarên curbicur ji bo bidestxistina lihevkirinê û got: Îro em li gel hevkarên xwe û tîma aborî ya Îranê li Malî ne û me civînên baş bi rayedarên hikûmeta vî welatî re pêk anîn.

Emîr-Ebdullahiyan kêfxweşiya xwe ji bo yekem geşta xwe bo parzemîna Afrîqa û Malî nîşan da û got: Têkiliyên diravî yên her du welatan hene û Îran li ser pêşxistina peywendiyan heta ku dibe bila bibe ciddî ye û em îro li Bamakoyê ne û eva baldariya taybet a Tehranê derheq Maliyê nîşan dide.

Wezîrê karên derve yê Îranê destnîşan kir: Nexşeya me ya zelal ji bo peywendiyên her du welatan heye û ev yek berpirsiyariya me ya dîplomatîk dijwartir dike û hevkarên min li Têhran û Malî dê alîkar bibin ji bo baştirkirina van peywendiyan di zûtirîn dem de.

Emîr-Ebdullahiyan di berdewamiya axaftina xwe de got: Destwerdana hin welatên derveyî navçê sedema pêkhatina hin komên têrorîst li Rojavayê Asya û Afrîqayê ye û em di wê baweriyê de ne ku divê dev ji bikaranîna eşkere ya terorê berdin û rê bidin welatên ku serbixwe tevbigerin.

Serepeyv