Tebax 23, 2022 21:24 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan tekezî li ser geşepêdana berfireh a hevkariyên aborî ligel Komara Malî kir

Wezîrê karên derve yê Îranê li ser siyaseta pêşxistina hevkariyên aborî yên berfireh di navbera Têhran û Bamakoyê de tekez kir.

Wezîrê Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan îro danê sibê gihîşt Bamakoya paytexta Maliyê û ji aliyê wezîrê karên derve û darayî yê vî welatî Abdallah Diop ve hat pêşwazîkirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Îranê Press`ê, Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê li axaftina desbikarkirina yekemîn komîsyona hevpar a hevkariyên berfireh ên Komara Îslamî ya Îranê û Komara Malî, bal kişand ser şiyanên mezin ên zanistî û lêkolînê yên Îranê û amadebûna Tehranê ji bo veguheztina teknolojiyên zanistî û geşepêdana têkiliyên aborî û bazarganî diyar kir.

Wezîrê karên derve yê Îranê herwiha diyar kir ku Komara Îslamî ya Îranê milyonek dozên vaksîna Koronayê ya "Berkat" pêşkêşî Maliyê kiriye û di dewamê de ragihand ku Komara Îslamî ya Îranê ji bo sazkirina pêşangeheke teknolojiyê ya Îranê li Maliyê amade ye.

Wezîrê karên derve yê Malî jî kêfxweşiya xwe ji lidarxistina yekemîn civîna Komîsyona Hevbeş a Hevkariya Giştalî li Bamakoyê nîşan da û helwêsta zîrekane ya dewleta 13`an a Îranê li balkişandina ser berfirekirina peywendiyan bi welatên Afrîqayê re wek derfeteke dîrokî û girîng ji welatên Afrîqayê re da zanîn.

Ebdullah Dîop digel sipasîkirina ji Komara Îslamî ya Îranê ji bo hevkarî û geşepêdana peywendiyên aborî digel welatên Afrîqayê, pêşkeftinên berçav ên zanistî û pîşesazî yên Îranê tevî dorpêçên navneteweyî, hînker û hêja nirxand.

Serepeyv