Kenanî: Nêrîna li Rojhilat divê stratejîk be
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i335573-kenanî_nêrîna_li_rojhilat_divê_stratejîk_be
Berdevkê Wezareta derve ya Îranê got: Hevsengiyên stratejîk li navçeyê û cîhanê ji aliyê Rojava ber bi Rojhilat va diguherin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 31, 2022 07:02 Asia/Tehran
  • Kenanî: Nêrîna li Rojhilat divê stratejîk be

Berdevkê Wezareta derve ya Îranê got: Hevsengiyên stratejîk li navçeyê û cîhanê ji aliyê Rojava ber bi Rojhilat va diguherin.

Li gorî rapora ISNAyê, Nasir Kenanî Çafî, Berdevkê Wezareta derve ya Îranê di hevdîtina di gel endamên Lijneya dostiya Îran û Çînê da, got: Îro piraniya gelên navçeyê nêrîna wan li ser Amerîkayê nerênî ye û dewletên erebî rewşê ji bo hevsengkirina pêwendiyên xwe tev Amerîka, Çîn û Rûsiyê xweş dikin.

 

Kenanî tevî amajeya bi tekeziya Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî li ser mijara Nêrîna li Rojhilat, got: Nêrîna li Rojhilat li Îranê û xurtkirina pêwendiyan tev welatên rojhilatî ji wan Çînê, divê nêrîneke stratejîk û ne tenê rêbazeke taktîkî li hemberî welatên rojavayî be.