Serokê Komara Îslamî ya Îranê dê di civîna serokên BRICS+ da biaxive
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i334791-serokê_komara_Îslamî_ya_Îranê_dê_di_civîna_serokên_brics_da_biaxive
Serokê Komara Îslamî ya Îranê berêvara Înê dê beşdarî civîna serokên BRICS+ û hejmareke welatan a bi navê BRICS+ bibe û tê da biaxive.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 23, 2022 15:02 Asia/Tehran
  • Serokê Komara Îslamî ya Îranê dê di civîna serokên BRICS+ da biaxive

Serokê Komara Îslamî ya Îranê berêvara Înê dê beşdarî civîna serokên BRICS+ û hejmareke welatan a bi navê BRICS+ bibe û tê da biaxive.

BRICS pêkhatî ji aboriyên nûdiyarbûyî yên cîhanê yanî Çîn, Rûsiye, Hind, Brezîl û Afrîqaya Başûr e û fikra damezirandina wê vedigere sala 2000î.

Di vê civînê da ji welatên rojavayê Asyayê tenê Îran hatiye vexwendin.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Li ser vexwendina fermî ya Şî Cîn Pîng serokkomarê Çînê wek serokê dewreyî yê BRICS'yê, Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê jî dê beşdarî civîna serokên BRICS+ û hejmareke welatan a bi navê BRICS+ bibe û tê da biaxive.

Ev civîn dê bi awayê vîdyo konferans were lidarxistin.

Mijara pêşbînîkirî ji bo vê civînê "Gotûbêja asta bilind ji bo pêşketina cîhanî" ye.