Reyîsî: Boykotan sînordarî ji bo Îranê çê nekiriye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i334651-reyîsî_boykotan_sînordarî_ji_bo_Îranê_çê_nekiriye
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Bi palpiştiya li tevgera cîhadî, me rêya derketina ji boykotan girtiye ber xwe û rê li ber sînordariya girtiye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 17, 2022 10:47 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Boykotan sînordarî ji bo Îranê çê nekiriye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Bi palpiştiya li tevgera cîhadî, me rêya derketina ji boykotan girtiye ber xwe û rê li ber sînordariya girtiye.

Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Înê li koma gelanî ya nabokên cîhad û pêşketinê li Tehranê bi gotina vêya ku Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî hertim tekezî li ser kiryarên cîhadî kiriye, got: Eger me karî rêya derketina ji boykotan bişopînin, bisaya tevgera cîhadî bûye.

Reyîsî di beşeke din a axaftina xwe da, got: Amerîkiyan bi xwe ragihandiye ku di zexta herî pirr da têk çûne; Wateya vê yekê ev e ku Înqilaba Îslamî rêya serkeftin û pêşketinê dimeşîne û Amerîka ketiye ser rêya lawaziyê.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku divê boykot bên pûçkirin, got: Ez mat dimînim dema ku amerîkî ji aliyekî va dibêjin amadeyî lihevkirina tev Îranê ne, lê ji aliyê din va lîsteya boykotan dirêjtir dikin.

Reyîsî got: Eva ku em dibêjin baweriya me bi Amerîkayê ra tuneye, cîhan mafê me dizane ku baweriya me bi vana tuneye; Ev (amerîkî) peymanşikên in.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê her wiha got: Rola cîhada avedankirinê di serdema Berevaniya Pîroz da, vejandina hêviyê di dilên bindest û belengazan, bêhêvîkirina dijiminan di afirînerî û dahênerîyê li gund û bajaran û dahêneriyên ku bi navê Înqilabê pêk anîn, gelekî girîng e.