Civîn û şêwra wezîrên karên derve yên Îran û Turkmenistanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i334587-civîn_û_şêwra_wezîrên_karên_derve_yên_Îran_û_turkmenistanê
Beriya serdana Serokomarê Tirkmenan bo Tehranê, Wezîrên Derve yên Îran û Tirkmenistanê civiyan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 14, 2022 10:33 Asia/Tehran
  • Civîn û şêwra wezîrên karên derve yên Îran û Turkmenistanê

Beriya serdana Serokomarê Tirkmenan bo Tehranê, Wezîrên Derve yên Îran û Tirkmenistanê civiyan.

Hikûmeta 13mîn a Îranê ji dema destbikarbûna xwe li 3ê Tebaxa 2021an ve, pêkanîna hevsengiyê di siyaseta derve de ragihandiye û berfirehkirina hevkariyên bi cîranên xwe û welatên navçê re, kiriye bernama xwe ya yekem di siyaseta derve de.

Serdar Berdî Mihemedov serokomarê Turkmenistanê îro sêşemê li ser vexwandina fermî ya serokê Komara Îslamî ya Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî di serokatiya şandeke pilebilind a rayedarên siyasî û aborî de dê bigihêje Têhranê.

Li gorî rapora IRNA`yê, Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê îro (sêşemê) bi Reşîd Merdov wezîrê karên derve yê tirkmenan re hevdîtin pêk anî.

Pêşwaziya fermî li Kompleksa Sedabad, hevdîtin û gotûbêja bi Komara Îslamî ya Îranê, lidarxistina civîna hevpar a heyetên pilebilind ên du welatan û îmzakirina çend belgeyên hevkariyê û rêketinnaman ji planên sefera du rojî ya Bradî Mihemedov e. bo Tehranê.