Serdana Serokomarê Tirkmenistanê bo Tehranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i334582-serdana_serokomarê_tirkmenistanê_bo_tehranê
Serokomarê Tirkmenistanê bi serokatiya şandeke pilebilind a siyasî û aborî îro sêşemê serdana Tehranê dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 14, 2022 06:53 Asia/Tehran
  • Serdana Serokomarê Tirkmenistanê bo Tehranê

Serokomarê Tirkmenistanê bi serokatiya şandeke pilebilind a siyasî û aborî îro sêşemê serdana Tehranê dike.

Hikûmeta 13mîn a Îranê ji dema destbikarbûna xwe li 3ê Tebaxa 2021an ve, pêkanîna hevsengiyê di siyaseta derve de ragihandiye û berfirehkirina hevkariyên bi cîranên xwe û welatên navçê re, kiriye bernama xwe ya yekem di siyaseta derve de.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA), "Serdar Berdî Muhamedov" serokomarê Tirkmenistanê li ser vexwandina fermî ya serokê Komara Îslamî ya Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî di serokatiya şandeke pilebilind ji berpirsên siyasî û aborî de îro danê êvarê dê bigehêje Têhranê.

Pêşwaziya fermî li Kompleksa Sedabadê, hevdîtin û gotûbêja bi serokê Komara Îslamî ya Îranê, lidarxistina civîna hevpar a heyetên pilebilind ên du welatan û îmzakirina çend belgeyên hevkariyê û rêketinnaman ji planên sefera du rojî ya Berdî Mihemedov bo Tehranê ne.

Ev yekem serdana Berdî Mihemedov e bo Tehranê piştî destbikarbûna wî di posta serokomaratiya Turkmenistanê de.