Xetîbzade: Sersariya cîhanê bûye sebeb ku Rejîma Siyonîst bê astengî tev bigere
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i334163-xetîbzade_sersariya_cîhanê_bûye_sebeb_ku_rejîma_siyonîst_bê_astengî_tev_bigere
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Sersariya civaka cîhanî li hemberî destdirêjiyên berdewam ên rejîma siyonîst a dagirker li ser Sûriyê û binpêkirina aşkira ya hemû qanûn û rêzikên navneteweyî, bûye sebeb ev rejîm hefsarê xwe bibizdîne û di vî warî da wêratir bibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 24, 2022 08:01 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Sersariya cîhanê bûye sebeb ku Rejîma Siyonîst bê astengî tev bigere

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Sersariya civaka cîhanî li hemberî destdirêjiyên berdewam ên rejîma siyonîst a dagirker li ser Sûriyê û binpêkirina aşkira ya hemû qanûn û rêzikên navneteweyî, bûye sebeb ev rejîm hefsarê xwe bibizdîne û di vî warî da wêratir bibe.

Li gorî rapora roja Sêşemiyê ya IRNAyê, Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê her wiha got: Piştgiriyên aşkira û nihênî yên rejîma serdest li Amerîkayê, roleke girîng di zêdebûna cesaret û bêşermiyên vê rejîma dagirker heye, bi awayekî ku ne tenê dagirkirina bilindahiyên Golana Sûriyê didomîne, belkî berdewam binesaziyên gel û dewleta Sûriyê dide ber êrîşên xwe yên asimanî û mûşekî.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê her wiha got: Hêza asimanî ya Rejîma Siyonîst di salên dawî da û di heyama qeyrana Sûriyê da bi giştî rola hêza asimanî ya komên terorîst li Sûriyê lîstiye û her dema ku artêşa Sûriyê û hêzên hevpeyman van koman tûşî şikestê tînin, derdem balefirên Rejîma Siyonîst dikevin tevgerê û êrîşên destdirêjkerane pêk tînin.