Tekeziya Muxbir ser berfirehkirina hevkariyên dualî yên Îran û Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i333281-tekeziya_muxbir_ser_berfirehkirina_hevkariyên_dualî_yên_Îran_û_sûriyê
Alîkarê yekem ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê tekezî li ser berfirehkirina hevkariyên dualî yên Îran û Sûriyê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 16, 2022 11:36 Asia/Tehran
  • Tekeziya Muxbir ser berfirehkirina hevkariyên dualî yên Îran û Sûriyê

Alîkarê yekem ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê tekezî li ser berfirehkirina hevkariyên dualî yên Îran û Sûriyê kir.

Roja 17ê Nîsanê salvegera derketina dawîn leşkerê fransî ji Sûriyê û roja Serxwebûna vî welatî ye.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Muhemed Muxbir, Alîkarê yekem ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Şemiyê bi şandina peyamekê bo Husên Ernûs serokwezîrê Sûriyê, hatina Roja Neteweyî ya vî welatî pîroz kir.

Alîkarê yekem ê Serokê Komara Îslamî ya Îranê ragihand: Ez hêvîdar im ku pêwendiyên dualî zêdetir ji berê xurt bibin û bi saya hevkariyên dualî, aştî û aramî li welatên îslamî û navçeyê berfireh bibe.