Wezîrên derve yên Îran û Iraqê tekezî li ser cihanîna lihevkirinên berê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i333086-wezîrên_derve_yên_Îran_û_iraqê_tekezî_li_ser_cihanîna_lihevkirinên_berê_kir
Wezîrê karên derve yê Îranê û hevpîşeyê wî yê Iraqê di gotûbêjeke telefonî da tekezî li ser cihanîna lihevkirinên berê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 08, 2022 09:04 Asia/Tehran
  • Wezîrên derve yên Îran û Iraqê tekezî li ser cihanîna lihevkirinên berê kir

Wezîrê karên derve yê Îranê û hevpîşeyê wî yê Iraqê di gotûbêjeke telefonî da tekezî li ser cihanîna lihevkirinên berê kir.

Wezîrên derve yên Îran û Iraqê her wiha derbarê eleqe û berjewendiyên du welatan di hemû waran da ji wan pêwendiyên dualî, alûgorên navçeyî û gotûbêjên Viyenê axivîn.

Wezîrê derve yê Îranê her wiha tekezî li ser hewcetiya bi diyalog û rêkara dîplomatîk ji bo çareseriya qeyrana Ukraynê kir û got, vekolandina kok û sedema rewşa niha klîd aştî û aramiya mayînde li navçeya Ewrasyayê ye.

Wezîrê derve yê Iraqê jî di vê gotûbêjê da bal kişande ser alûgorên herî dawî li Iraqê, serdana xwe ya vê dawiyê bo Moskoyê û gotûbêja xwe bi Sergei Lavrovê wezîrê derve yê Rûsiyê.

Emîr-Ebdullahiyan di vê gotûbêjê da hevpêşeyê xwe yê iraqî ji bo serdana Îranê vexwend û Fuad Husên jî pêşwazî li vê vexwendinê kir.