Derfirotina Îranê bo welatên cînar sedî 70 zêde bûye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i332854-derfirotina_Îranê_bo_welatên_cînar_sedî_70_zêde_bûye
Cîgirê aborî yê Wezareta derve ya Îranê qala zêdebûna sedî 70 heta 120 a derfirotina Îranê bo welatên cînar kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 28, 2022 12:41 Asia/Tehran
  • Derfirotina Îranê bo welatên cînar sedî 70 zêde bûye

Cîgirê aborî yê Wezareta derve ya Îranê qala zêdebûna sedî 70 heta 120 a derfirotina Îranê bo welatên cînar kir.

Mehdî Seferî, Cîgirê aborî yê Wezareta derve ya Îranê got: Piştî lidarxistina civîna şanghayê di çar mehên pêş da û hevdîtina serokê Komara Îslamî ya Îranê di gel serokên welatên endamê vê saziyê, derfirotina berhemên Îranê tûşî zêdebûneke berbiçav bûye.

Seferî got: Di çar mehên borî da derfirotina Îranê bo Tirkmenistanê sedî 70, bo Uzbekistanê sedî 100, bo Qezaqistanê sedî 112, bo Qirqîzistanê sedî 60 û bo tacîkistanê sedî 100 zêde bûye.

Wî her wiha got: Asta danûstandinên Îran û Iraaqê gihîştiye derdora 15 miliyar dolarî.